10 Dewlet daxwaza rawestana êrîşa Rûsiyê li ser Idlibê dikin

10 Dewlet daxwaza rawestana êrîşa Rûsiyê li ser Idlibê dikin

May 11 2019

Duh roja Înê (10.5.2019) 10 Dewletan daxwaz ji Encûmana Ewlehiyê kirin ku Rûsiyê êrîşê li ser Idlibê rawestîne.

Balyozê belcîkiya li Netewiyên Yekgirtî binûneratiya her 10 welatan , kuştina sivîlan li bakorê rojavayê Sûriyê şermezar kir û dilgiraniya xwe jibo rewşa sivîlan û armanckirina jiyana xelkê sivîl da xuyakirin û got zêdetrî (150) hezar kes jiber wê topbaranê direvin, û jêrzemîna abûrî ya Idlibê tê şikandin, bi xestexane û dibistanên bajêr ve.

Balyozên her (10) Dewletan daxwaza agirbestê kirin , nûnerên dewletên daxwaza agirbesta Rûsiyê li ser Idlibê kirî , jiblî belcîkiya , nûnerên Emerîka , Birîtaniya, Ferensa, Elmaniya, Kuyêt, Komara Domînîkan, Bîro, Xîniya û Polenda bûn.
Herwiha nûnerê Belcîkî serbar kir û got:" em nûnerên her 10 welatan , em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku pabendî rêkeftina (17) siptimber(eylona) 2017, bibin.

Ku dewletên gerantor ji civînên Asîtana re (Turkya , Rûsiya û Îran) gehşit bûn rêkeftinê ku navçeya kêmkirina asta şer li Idlibê, li gor rêkeftina eyara 2017ê ye.

Her li gor wê rîkeftinê Idlib û gundewarê wê dikeve jêr navçeya kêmkirina asta şer digel parçeên diyarîkrî ji parêzgehên Heleb , Hemayê û laziqiyê.

Eve çend roje navçeya kêmkirina şer li bakorê Sûriyê rastî topbaran û êrîşên Rêjîma Sûriyê û Hevalbendên wê tê û di encam de kuştî û bi sedan û birîndar ji xelkê sivîl ketine.

Di vê navçeyê de zêdetirî (4) milyon sivîl dijîn û dinav de jî bi sedê hezar penaberên ku ji navçeyên rêjîmê bazday hene .

Di meha eylona 2018 de, Turkiyê , Îran û Rûsiyê , rêkeftina " Sutşî" imze kirin , ku li gor wê rêkeftinê çespandna agirbestê li Idlibê bû, û li gor wê rêkeftinê opozisiyona çekdar çekên xwe yên giran ji navçeyê kişandin .

525