Gardiyan sedemên hilmeta leşkerî rosî li ser bakorê Sûriyê eşkere kir

May 09 2019

Rojnameya Gardiyana Birîtanî sedemên leşkerî yê hilmeta Rûsiyê li ser Bakorê Sûriyê eşkere dike û dibêje topbarana nû li ser Bakorê Rojavayê Sûriyê bû sedem ku (20000) kes koçber dibe û (12) navendên tenduristî wêran bûn , ew jî ji encamên nêzîkbûna Rûsiyê û Tûrkiyê ye da ku hejmonên xwe li Sûriy de bihêz bikin piştî ku şer berve dawiyê çû , li gor diplomatkarên herêmî dpbêjin.

Topbaran li ser Idlibê berî 2 heftiyan destipêkiriye û van rojên dawiyê de gelek şer giranbû û ew navçeye wêranbû û karesatên mirovî li ser cihên şoreşgerên opozisiyonê rûdan.

Hinek Diplomatkarên Ewropî ple bilind dibêjn egera êrîşa Rêjîm û Rûsiyê li ser Idlibî , lawaze, eger berawirdkariyê bi hilmeta leşkerî sinordar ya Rûsiyê li ser Idlibê ku cihê xwe li wê navçeyê dursit bike di beramber de jî rê bide Tûrkiyê ku cihê xwe li Rojhlatê Sûriyê bihêztir bike.

Li gor şrovekarên siyasî lihevtêgehiştina nû ya Rûsiyê , Turkîy û Rêjîmê û birfirehiya (25) KM rê jibo Rêjîm û Rûsiyê were dayin derbasî nava xaka Idlibê bibe bermaber wê yekê jî Turkiyê destê xu dane ser bajarokê Til Rif'tê.

Ji aliyê xwe ve şirovekarên siyasî nêzîkî opozisiyona Sûrî ya leşkerî dibêjin, Êrîşa dawî ya Rûsiyê 2 sedemên wê yên sereke hene, jiber ku li danûstandinên Asîtana de gehiştin rêyek teng û girtî û Rûsiyê zanî êdî nikare armancên xwe li Sûriyê bidestve bîne, û Rêjîma Sûriyê berve helweşandinên diçe li ser hemî ast û dezgehên xwe bi leşkerî ve jî, lewma Rûsiyê ev êrîş pêk anî jibo ku rewşê tevlîhev bike û bikare rola xwe bihêz tir bike.

Li gor rêxistnên mafên mirov û penaberan dibêj rewiş li Idlibê gelek zehmete û karesatên mirovî rûdidin û divê destêwerdanek navdewletî were kirin û xelkî deverê werin rizgar kirin ji vê rewşê.

482