Rûsiya: Girûpên çekdar wê êrîşî Hemayê bikin
May 05 2019
ARK NEWS .. Wezareta Berevaniya Rûsî eşkere kir ku girûpên çekdar hebûna xwe li Idlibê bihêz dike.
Vîktor Kopitşînîn rêvebirê navenda Himêmîm ya li hevhatinê li Sûriyê ragihand ku niha girûpên çekdar bi serpiriştiya Desteya Tehrîr Elşam xwe amade dikin ji encamdana êrîşekê li ser Hemayê .
Herweha navbûrî da zanîn ku ew girûpên çekdar bi berdewamî bingehên Rêjîma Esed li gundewarê Hema û Idlibê armanc dikin.
540