‘Efrîn.. Di şeva Newrozê de kadroyek PDK-S rastî eşkenceyê hat

‘Efrîn.. Di şeva Newrozê de kadroyek PDK-S rastî eşkenceyê hat

Mar 22 2019

Jiber vêxistina agirê cejna Newrozê , şeva cejnê(20.3.2019), endamekî encûmana herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya , rastî eşkenceyê hat .

Çekdarên giropa êqur alişmal , lêdanek li endamê encûmana herêmê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Ibrahîm Ehmed , kir, jiber ku agirê Newrozê li ser banê xaniyê xwe şeva Newrozê li gundê qizilbaşê yê ‘Efrînê vêxsit .

Newroz ji kevin de li hemî navçeyên Kurdistana Sûriyê û navçeyên bajarên mezin yên ku Kurd têde dijîn , tê vejandin, lê piştî kontrolkirina giropên çekdar ji herêma ‘Efrînê re , îsal Newroz nehat kirin û endam [ kadroyên partiyan dibin fişareke mezin de karîbûn agirê Newrozê bi awayeke nefermî vêxe.

480