Seîd Umer : PYDê cemawer ji dest da .

Seîd Umer : PYDê cemawer ji dest da .

Feb 03 2019

ARK NEWS .. Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya û berpirsê nivîsgeha peywendiyên derve ya PDK-S li Hewlêra paytexta Kurdistanê gotarek di rojnameya Kurdistan de li jêr navê PYDê cemawer ji dest da û di kirîzekê de kirîzeke kûr de û nizane wê çawa xwe rizgar bike belav kiriye .

Seîd Umer di gotara xwe ya rojnameya Kurdistan hijmara 601 ku ji aliyê Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya ve tê belavkirin got diyar û eşkereye çendîn PYDê ketiye di kirîzekê de , û ev yek wateye ji destdana wê ya cemawerî ye ango ji rewşê derve û berê xwe dide paytextan da ku xwe ji vê kirîzê rizgar bike .

Umer herwiha da zanîn ku PYDê tu rojan berjewendiya kurdan daniye ber çavên xwe û hîn fermanên xwe ji Qendîlê dibe , û her hewla nêzîkbûneke kurdî beravêtî dike , herwiha got ji ber vê yekê ez van daxwuyaniyên ji serkirdeyên vê partiyê dûr naxim , û got pêşmergeyên Roj bira û zarokên me ne û pêşmergeyên Roj bi lihevkirineke navdewletî û bi serpiriştiyeke rasterast ji serok Masûd Barzanî dê vegerin wêdê berevaniyê diber welatê xwe de bikin .

Endamê komîta navendî Seîd Umer derbarê daxistina ala Kurdistanê li Belcîka ji aliyê alîgirên PKKê ve amaje pê kir dujminan hewla jinavbirina vê simbola pîroz kir û nekarîn wê çawa qebareyeke siyasî bikarbe wê yekê pêk bîne ?

Bo latînî : Ş.E

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

638