Reşbûna Rastiyên Şoreşa Şêx Seîd: Sedemên Rabûn û Têkçûna Şoreşê û Encamên wê.

Reşbûna Rastiyên Şoreşa Şêx Seîd: Sedemên Rabûn û Têkçûna Şoreşê û Encamên wê.

Jul 01 2018

Lêkolînerê Kurd dokktor Kemal Mezher tekez kiriye ku ti şoreş di rûpelên dîroka Kurdî ya nûjen de ne hatina reşkirin û badan wek şoreşa Şêx Seîd 1925 ji encama kar û xabatên faşistên Tirkan û Kemaliyên Toranî yên nijadperest .Şoreşa Şêx Seîd kirin şoreşek paşverû û tenê olî ji naveroka wê ya netewî bi dûrxistin.

Piştî cenga azadiya Tirkiyê 1919 heya damezrandina komara Tirkiyê 1922 ji aliyê Kemal Eteturk û banga wî bi navê ol û sozên mafên netewî û siyasî yên Kurd ji bo başdarbûna Kurdan di wê cengê de, Kemal Eteturk sozên xwe xwarin û ne anî cih, berevajî wê, rûyê xwe yê Toranî û hov û dirinde xuya kir.

Deselata Kemalîzmê hemû dibistan, komel, rojname û mizgeft girtin û tenê zimanê Tirkî li her deverekê spandin .Paşê, bace li ser hemû tex û çînên civaka Kurdî û bi taybetî cotyaran ferzkirin. Herwiha, gelek şivan û serek eşîrên mezin xwedan samanên gewire ji ajal û erdan ziyan dîtin ji ber girtin û avakirina sînorên nû di navbera bakur û beşên din yên Kurdistanê û rewşa aborî pir herçû belengaz bû.

Lewre, piştî rewşa siyasî, aborî û civakî belengaz û wêran bû, hemû hêzên netewî yên Kurd û hemû komel û rêxistin xwe kirin yek û komelek avakirin bi navê Komela Xweybûn ji bo serxwebûna Kurdistanê. Piştre, bi hemû tex û çînên civaka Kurdî re dan û standin û li dervayî sînorên Tirkiyê li Helebê di meha berçile 1924 an de kongirek netewî li dar xistin û tê de gelek keseyatiyên leşkerî, civakî, olî û netewî ji Tirkiyê, Iraqê û Sûriyê beşdarbûn.

Di vê kongirê de li ser rewşa siyasî li Kurdistanê û pilanên teqîna şoreşê rawestiyan û biryar standin ku 21 Adarê Roja Newrozê roja teqîna şoreşê bê ji ber girîngiya vê rojê li cem Kurdan, herwisa, rêbertiya hêzên şoreşgerî yên leşkerî di bin navê cinêral Îhsan Norî Paşa û kolonêl Xalid bêg Cibran de be.

Lê belê bûyerên pêşdem ji aliyên leşker û istixbaratên Tirk hêştin ku Soreş berî demê xwe bipeqe gava li gundê Şêx Seîd cendirman hewal dan wî bigirin, lê peyayên Şêx Seîd pişt girtin û bi hevdu ketin ; hemû leşkerên Tirk hatin kuştin. Dûv re, gelê Kurd nuçe bihîstin û li her derekê rabûn li ser piyan û serî hildan li dijî dagîrkerê Tirk.

Agirê şoreşê gur bû û gelek gund û bajar rizgar bûn û bi hezaran tê de beşdarbûn, piştre, Şêx Seîd hat hilbijartin wek rêberê giyanî ji şoreşê re ji ber ku ew kesayetiyek olî, civakî aborî û netewî bi navûdeng û zane bû li bakurê Kurdistanê û bi çar zimanan dizanî; Erebî, Farsî, Tirkî û bêguman bi Kurdî jî, herwisa rojname dixwendin û xelk fêrî zimanan, zanist û zanîn dikir.

Ji aliyekî din ve, hêzên dewleta Tirk gelek pêrabûn û amedekariyên leşkerî kirin û bi tundî êrîşî gelê Kurd kirin û heta çar mehan pevçûn û êrîş berdewam bûn. Her çiqas hewal didan ji pêş ve agirê şoreşê vemirînin, lê nikarîn heya ji paş ve bi alîkariya Firansa û Înglîz ve hêzên xwe derbasî Sûriye kirin û di riya çîmanê û pirê Heşarkê li Efrînê derbasî bakurê Kurdistanê bûn û agirê şoreşê vemirandin û şikandin.
Tê zanîn ku Tirkiyê rê ji Înglîz biribû yê ku guvaş da bû ser Firansa beramber destberdana Tirkan ji Musilê ya tijî pitrol ji Înglîz re .

Piştî têkçûna Şoreşê, Şêx Seîd û çil û şeş hevalên wî hatin darxistin; Şêx Seîd li pêşiya Tirkan berî bi darxin got :" ez berve dawiya temenê xwe diherim û ez ne poşman im ku niha ez jiyana xwe diterxînim ji bo welatê xwe û ji bo gelê xwe, kesê ji bo welatê xwe bimirê wê tim bimîne nekirn, nivîyên me wê li hember dijmin ji me fedî nekin." Herwiha, li hember dadgehê jî gotibû : " me ol bikar ne aniye, lê armancin me netewî hebûn."

Bavê Saman
EFRÎN, 29 / 6/2017

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

839