Nûrî Birîmo : Çima PYDê di konê rêjîma Bas de dimîne .

Nûrî Birîmo : Çima PYDê di konê rêjîma Bas de dimîne .

Jan 06 2019

ARK NEWS .. Serokê nûneratiya Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Nûrî Birîmo gotarek li jêr navnîşana çima PYDê di konê rêjîmê de dimîne belav kirîye .

Di gotara serokê nûneratiya Kurdistanê ya duh de hatiye piştî pîrozbahiya serê sala nû dibêje di van guhertinên siyasî ku Kurdistan Sûriyê dixe odeyek teng de nerên û kolana kurdî hijmarek pirs dike : gelo çima PYDê berdewam di konê rêjîma bas de dimîne û kar ser sepandina mejiya hêzê û leşkerkirina rewşa kurdan û ezeziyê di qada kurdî de dike û rewşê berev encameke tarî yên ku bi destê welatiyên dagîrkerên ji Kurdistanê re têne nexişkirin dibe .

Û xwe di rêkeftin û berjewendiyên eqlîmî re xwe berling dike û kar ji bo rûbirûbûnek derdan ji Turkiyê re dike û bang ji nerîna komplo û pirensîp ku dibêje: rast e me pevçûn derdan û Efrîn ji dest dan û xelkê wê koçber kirin lê me şer bidest xist, herwiha ragihandina amedebaşiyê û leşkerkirina ciwanan û şûştina mejiyê wan û birina wan ji eniyên biyabn û rijandina xwîna kur û keçan tu berjewendiya wan dan şer de tune bûn ji bilî dujmantiya cîranên kurdan .

Nûrî Birîmo serokê Nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li H .Kurdistanê herwiha berdewam di pirsên xwe de dike û radighîne ku çima PYDê li ser nezankirin û leşkerkirina kolana kurdî û girîna li ser yekrêziya nav malên kurdî û li drxistina civîn û kongireyan bi tenê ji bo alîgirên xwe da ku armancên xwe bi bihaneya yekrêzî bibe serî dike, û dest ji kurdayetiyê berdide ji bo hin aliyên eqlîmî razî bike û sipandina navê xiyanetê ser here aliyakî li dijî wan û ne li gor wan bi taybet aliyên kurdî yên ku pirojeya netewî ya kurdî helgirtine û li ser rê û şopa rêbaza Barzaniyê nemir li pêşiya wan Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê û Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya PDKSê radiweste .

Ş .E


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

579