D.r Ebdulhekîm : KNKê beşek ji PKKê ye

D.r Ebdulhekîm : KNKê beşek ji PKKê ye

Jan 06 2019

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya D.r Ebdulhekîm Beşar rexne li KNKê û kesê ku biryara vekirina nivîsgehên Partiyên siyasî û serbestberdana girtiyên di zîndanan daye kir.

Di gotareke xwe de ku duh hate belavkirin Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya D.r Ebdulhekîm Beşar ragihand, ku hevalê Kevin dermansaz Ebdulkerîm Umer di gongirek rojnamevanî de ragihand ku KNK ya beşek ji PKKê ye soza vekirina nivîsgehên partiyên siyasî di nav wan yên ne moletkirî û serbestberdana girtiyên siyasî da.

Navbûrî behsa kesayetîya Umer dike û weha dibêje dema ku di qonaxa xwendinê di zanîngeha Şamê de bû ku li kolîja pizîşkî dixwend Umer di kolîja dermansaziyê de bû ew yek ji endamê Partiya Demoqrat a Kudrî li Sûriyê Elpartî bû, û di wê demê de Ebdulkerîm Umer di Yekgirtina Gel de bû û pweywendiyên baş navbera herduwan de hebû lê ew li ser partiya xwe ma û tevlî tu partiyên din nebû bi tenê navê partî hate guhartin mebest Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê ye.

Beşar dirêjahiyê bi gotara xwe de tîne û dibêje diyar e birêz Ebdulkerîm çalaktire pitşî partiya Yekgirtina Gel nêzîkî Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê bû piştre bi demekê bû alîgrê partiya Nesredîn Ibrahîm , piştre bû alîgirê partiya Hemîd Hec Derwîş û di wê riyê re tevlî Hevebndiyê bû, û bû endamekî Desteya Bilind ya Hevbendiyê piştre bû alîgirê Partiya Çep ya birêz Salih Gedo pişitî wê yekê xwe ji serkirdeyên partyia PDk-Sê re nêzîk kir û bû endamek di emîndariya giştî ya Encûmena Nişitîmanî ya kurdî li Sûriyê û ji Encûmenê derbasî nav TEV- DEMê bû û piştre xwe ji bo KNNê veguhest.

Di dawiya gotara xwe de Ebdulhekîm Beşar Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya pirsa gera Ebdulkerîm Umer ya bê dike û dibêje gelo Umer dê di kîjan statyonê de cihê xwe bigre.
Ş.E


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

680