Jiyan, Xebat, û Tekoşîna Serok Mesûd Barzanî

Jiyan, Xebat, û Tekoşîna Serok Mesûd Barzanî

May 20 2019

ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî di 16ê meha Tebaxa Sala 1946an de li bajarê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, ku di wê salê de nemir Barzanî wek fermandarê giştî yê hêza Komara Kurditanê li Mihabad bû, û ji ber birîna welatê Sofiyat ji alîkarî û piştgiriya Komarê, û tevî berevaniya komara Kurdistanê li Mihabadê, kêmtir ji salekê ji aliyê rêjîma Îranê ve hate têkbirin û hilweşandin .

Di dema ku komara Kurdistanê hate hilweşandin nemir Mustefa Barzanî bi 500 kesî ji hevalên xwe re berê xwe dane Rûsiyê .

Di heman demê de Serok Mesûd Barzanî bi kesûkarên xwe re û bi 10 hezaran ji êla Barzan berê xwe dan Iraqê, û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo Başûrê Iraqê hatin sirgunkirin.

Di 14ê Tîrmeha 1958 de piştî ku rêjîma Melekî hate rûxandin û nemir Mela Mustefa Barzanî vegeriya, hikûmeta Iraqê rê da ku vegerin devera Barzan, û di wê demê de Serok Mesûd Barzanî 12 salî bû, û cara yekem bavê xwe, li wê derê û, di wê demê dît .

Dema ku vegeriyane gundên devera Barzan bi giştî hatibûn rûxandin, û piştî demeke kurt careke din rêjîma Iraqê dest bi sitemkariyê di derheqê gelê Kurdistanê de kir, û nemir Mela Mustefa Barzanî, û Partiya Dêmokrata Kurdistanê neçar bûn sala 1961, dest bi xebat, û tekoşîna şoreşgerî, û kar ji bo parastina mafê gelê Kurd bikin.

Serok Mesûd Barzanî bi zimanê Erebî dest bi xwendina xwe kir, û piştî salekê ji biryara Partî û Barzanî ango di sala 1962an dest ji xwendinê berda, û temenê 17 salî de tevlî rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, û gelek agahî, û zaniyarî ji pisporiya bavê xwe Barzaniyê nemir, derbarê azadî û rizgarkirina Kurdistanê, û kar û xebata wî de, rakir .

Sala 1970î de Serok Mesûd bi birayê xwe Nemir Idrîs re di şanda Kurdistanê ji bo danûstandinan bi hikûmeta Iraqê li Bexdayê de beşdar bû, ku di heman salê de rêkeftina otonomiyekê ji bo Kurdistanê hate îmzekirin .

Piştî nepabendbûna hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina rêkeftinan de dîsa xebata şoreşgerî dest pê kir û vê carê Serok Mesûd Barzanî bi bavê xwe re yekem car beşdarî di xebata çekdarî de kir û ta 1975an de ew xebat berdewam kir .

Û di sala 1975an de piştî rêkeftina Cezaêrê, berê xwe da Îranê

Û wek redekî ser rêkeftina Cezaêrê di 4ê meha Nîsanê de sala 1975an karê siyasî dest pê kir, damezrandina Serokatiyeke demkî ji aliyê Partî ve hate ragihandin, da ku berdewamiyê bi şoreşa Êlûnê bînin, û Pêşmerge derbasî Kurdistanê bû, û fermanên ku ji Nemir Mele Mustefa Barzanî derdiket bi awayekî zindî ji Serok Mesûd ve dihat cîbicîkirin.

Ji ber nexweşiya Nemir Barzanî, û bi mebesta çareseriya tendirustî bi bavê xwe re çû Emerîkayê, û li wê derê ma ta koça dawîkirina Nemir Barzanî di 1979 de .

18/1/1979 li bajarê Vîyina dema vedgerî Kurdistanê rastî hewleke terorkirinê ji aliyê rêjîma Sedam ve hat .

Serok Mesûd Barzanî mil bi mil bi birayê xwe Nemir Idrîs re, karê rêvebirina Partiya Dêmokrata Kurdistanê kir, û di sala 1979an de wek Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hate destnîşankirin, û di Sê kongirên giştî wek Serokê Partî hate destnîşankirin.

Serok Mesûd ji xwendin û nivîsandin û babetên siyasî û leşkerî hez dike herwiha mereqa wî ser lîsteka topa pê jî heye . Zimanê Kurdî bi hemû zaravên wê diaxive serbarî zimanê Erebî û Farisî û Ingilîzî .

Pirtûka wî li jêr navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê bi zimanê Erebî heye û di her çar parçeyên Kurdistanê de hatiye belavkirin.

Heşt zarokên Serok Barzanî hene, ji 20 salan ve yek ji kesayetiyên navdar di demê şer û aştiyê li Kurdistanê, û Iraqê de ye .

Di hemû şerên girîng yên li dijî rêjîmên Iraqî rabûne beşdar kiriye, û di her şerekî de di xêzên pêşîn de xwe didît, û bi xwe serokatiya şer dikir.

Û di 1987 dema Nemir Idrîs Barzanî şehîd bûye Serok Mesûd Barzanî li devera Badînan di şerekî de bû, û bi tenê nameyek sersaxiyê şand û şer berneda .

Û ji ber rola wî ya giring di şerê Xiwakurk de 1988 de rêjîma Diktatorî neçar kir paşve biçe û vekişe .

Serok Mesûd Barzanî hizir û ramanên xwe ji rêbaza Barzaniyê Nemir û civaka Kurdî biriye û bi zimanê serdemê agahdare û dizane çawa hemahengiyê navbera sîstema cîhanî ya nû û daxwazên gelê Kurd bê ku ji mafê Kurdan were xwar bike .

Û tevgera azadiyê ji gelê Kurd re birêve dibe da ku Kurd nekevin tu têkçûnan de .

Serok Mesûd Barzanî di 12/6/2005an ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê ve wek yekem Serok ji Herêma Kurdistanê re û yekem Serok di dîroka gelê Kurd de di riya helbijartinan de hatin helbijartin .

Jêdera erebî : Malpera fermî ya H. Kurdistanê
Wergirandin : Şêxo Efrînî

512