Kobanê .. PYDê 1000 L.S wek baca dahatê ji karmendan dibire

Kobanê .. PYDê 1000 L.S wek baca dahatê ji karmendan dibire

May 20 2019

ARK NEWS .. li Herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya PYDê ya sepandî duh 19/5/2019an biryarek ji birîna gojmeyekê ji mûçeya karmenden derxistiye .

Li gor beyanameyekê ji PYDê hatiye belavkirin kopiyek gihiştiye Dezgeha ARKê tê de biryara birîna 1000 L.S ji her karmedekî bi şêweyê mehane derketiye û ji 1ê Hizêrana 2019an dê were birîn û cîbicîkirin.

Ew biryar Herêma Kobanê û gund û navçeyên derdorê li xwe digire û PYDê wek baca dahatê ji karmendan bi nav kiriye.

Biryara birîna 1000 L.S ji karmendan li Kobanê bû cihê rexnê li cem welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi taybet di dema ku welat di kirîzekê re derbas dibe ku ew yek dibe barek ji barên giran li ser milê welatiyan de .

Ş.E

338