Li Dêrikê, rêya Êndîwerê bûye zibilxane

Li Dêrikê, rêya Êndîwerê bûye zibilxane

May 19 2019

Rêya sereke navbera Dêrik û Ên Dîwerê bûye cihê komkirina paşmayan ji aliyê şaredayriya PYDê ve.

Çalakvanan li ser torên civakî hin wêne û vîdiyo belav kirine ku tê de tê didin diyarkirin ku paşma li ser rêya navbera Ên Dîwer û Dêrikê berbelav bûye ku li tenşit wê rêyê paşmaxaneya sereke ya bajêr e, û tenê çend sed mitreyan dûrî bajêr e û welatî jî gazinan ji wê yekê dikin nexasim welatiyên taxên bajêr yên nêzîkî wê paşmaxaneyê û gelek caran ew paşma li ser rê û li nava zeviyên derdorê têne belav kirin.

313