PYD dest bi revandina ciwanên jidayikbûyê 1986an kir

PYD dest bi revandina ciwanên jidayikbûyê 1986an kir

May 19 2019

Berovajiyê gotegotên paşxistina temenê leşkeriya neçarî ya PYDê bi qasî çar salan, Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYDê dest bi revandina ciwanên jidayikbûyê 1986an û jor de ji bo leşkeriya xwe ya neçar kiriye.

Li gorî agehnameyekê ku ji Desteya nav lê tê kirin Desteya Parastinê ya PYDê ku roja 14.05.2019an hatyie belav kirin, bang li çekdarên PYDê tê kirin ku ji roja 15.05.2019an ve dest bi revandina ciwanan ji bo leşkeriya neçarî bikin.

Di wê agehnameyê de hatiye ku ciwanên jidayikbûna wan navbera 01.01.1986 ta 31.12.2000 divê ji bo leşkeriya PYDê ya neçarî werin birin.

416